KERÊN MÊRDÎNÊ


Merhaba bra.

-Aaaaaiiiiiiiii.

Dev ji aaaiiiyê berde lo, ez ne însanim tu dikarî bipeyîvî.

-Haaa temam bra merhaba.

Tu çawayî, çi dikî?

-Başim çi bikim wek ku tu dibînî diçêrim

Hew biçêre ji xwe.

-Çima ma çi bikim jê pê ve

Na na tiştekî neke, biçêre ji xwe re.

-Tu çawayî tu ji ku tê û diherî ku?

Ez acizim, ez ji destê însanan revîyam.

-Çima? Ahaaa tu çi mezinî? Mîna hespan!

Hesp tu û bavê xwe yî!

-Hêrs nebe lo, tu ji ku revîyayî?

Ji Mêrdînê.

-Ahaaa erê min we bihîstibû, mezinbûyîna laşên we jî.

Ma mezintîya laş kêrî her tiştî tê.

-Min gelek tişt bihîst li ser we.

Çi?

-Digotin ew asîmîlebûnin, ji ber ku qasî hespan mezinin xwe ji malbata hespan dibînin û tadê
li kerên biçûk dikin.

İhi de wer û safî bike.

-Min bawer nekiribû ku hûn ew qas mezinin.

Jê pê ve digotin çi?

-Digotin Şaredarîya Mêrdînê wan xistine bin bazikên xwe, ji wan re axurekî mezin çêkirine û wextê sar be jî ji wan re sobeyên ceylanê vêdixin.

Havînî jî klîma ne wisa??

-Na min ew ne bihîst. Û dibêjin hew 8 salan dixebitin dawîyê ji terefê şaredarîyê qedro distînin, piştî wê jî wan dişînin axurekî taybet ji bo yên ku bi qedro çêbûye.

Hey ker kurê kerê, ma ji xwe temenê em dikin çiqas e!

-14-15.

Êêêê min çi fahm kir ji xoşafê.

-Xoşaf jî didan we?

Naaaaaa! Bidomîne.

-Ew qas îşte, ha û digotin rojê hew 5 saetan dixebitin piştî wê jî ji ber ku diwestin ji bo bêhna xwe vekin ji wan re muzîkên Mozart û Beethoven lê dixin. Welleh kêf kêfa we bûye.

De biner kerê ihmek. Wextê behs tê kirin xweşîya mere diçe rast e lê ew qas wek ku tu behs dikî ne hêsan û xweş bû rewşa me. Tu dibêje rojê 5 saet, temam di riyê rast de dibe ku 5 saet ne ew qas zor be lê te Mêrdînê ne dîtiye. Mêrdînê bajarekî hezar sale ye. Û mîna wê xweşik ez bawer nakim li ser riyê dinyê hejmara wan hejmara tilîyên destan derbaske. Lê bajarekî çiyayî ye, riyên wê dirêj, ber bi jêr û ber bi jor ve ye. Sikakên wê teng in û hemû bi derencekin. Ê bêbavê însanan barê me jî giran dikirin, de bifikir e bê çi dihat serê me. Piştî ew qas kar û westiyanê Mozart lêxin çiye Beethoven lêxin çiya. Tu dixwazî bila arabesk lêxin, ha ewê bêtir rewşa me bida ber çavan ew cuda.

-Hmmmmmm…

Hmmmm ya. Me di 5 salîya me de digrin, 8 salan jî dixebitînin, ji xwe bû 13 sal. Dimîne salek du salên me ew jî di axuran de derbas dibe, heta ku em dimirin. Piştî 8 salên xebatê torenekê çêdikin û bang li çapemenî û rojnameyan dikin mesefek şênkayî û cebeşan jî didin ber me, têr reklama xwe dikin ya dibe jî li me dibe. Ma ka wijdan! Haho ev însanan! Ji xwe min îdare nekir. Wextê ku dîsa însanekî min di sikakan de digerand min got welleh êdî ez îdare nakim û ezê birevim hema çi dibe bila bibe. Axirê wextê min bi şîşeyên derencekê ve girêda girêka şirîtê baş ne jidand. Çerg ku hinekî ji min dûr ket min got ya Allah û ya bismillah û ez revîyam. Pişt min kir haho û bera pê min da lê ma ew însan dikarîbû min bigirta ez qurbana xweda, ji we cudatir lezek e baş mîna hespan daye me.
Esil di torena Çarê, Dara û Reşo de min biryara revandinê da. Min dît ku em bûne lîstik di destê însanan de êdî min tehemul nekir.

-Wellehîn helal be ji te re hevalê …… ma navê te çibû lo.

Navê min Bozo.

-Çima? Tu ne boz î?

Law de însanan ev nav li min kir min jî wisa dewam kir. Ma aqil digihêje karê van însananan. Wek ku min got hevalo. Rewşa me ne ew qas baş bû yanî. Binêre tu azad î, ne têkiliya te bi kesî re heye û ne ya kesî bi te re. Tu dixwazî diçêrî, dixwazî direvî, dixwazî radikevî oxxxx. Naa min xistiye serê xwe ezê hevalên xwe jî xilaskim.

-Hevalên te?

Erê em 40 heb bûn yên ku di şaredarîyê de dixebitîn. Min ji wan re got lê ji însanan ditirsin, guh nedan min. Gotin em ew qas xizmeta wan dikin tadê li me dikin tew îjar em rabin birevin.

-Însan ew qas ne baş in?

Na cano başî ji kesî re nehiştine! Helbet ne baş in. Êdî çêlek û bizin û mirîşk jî têr wan nake çav bera goştên me jî dane. Çend heval wisa hatin serjêkirin û goştên wan bûne sicûk û salam.

-Min jî wê rojê dît ku însanekî ba ser hevalekî me dida. Min got ez qet ji devê xwe dernaxim lê te behsa ew qas tişt kir min got ez jî bêjim.

Hah rahmet li wî bavî. Ev însanan ew qas qirêj bûne. Ez jî bûm şahidê tiştekî wisa. Min bi çavên xwe ne dît lê min dît însanekî digot me berê ker nedihiştin. Ez pêşî tênegihiştim lê vê dawiyê min mesele fahm kir.

-Na welleh te baş kiriye ku tu revîyaye hevalê Bozo.

Heval ê min, ez bawerî biratiya gelan dikim, ez dixwazim em hemû heywan bi biratî û azad bijîn. Heta ku ez dixwazim bi însanan re jî bi dostahî bijîm lê mixabin wê gelkî dijwar be ev mesele.

-Biratiya gelan peyvek e xweş e welleh.

Erê partiyak e kurmanca ev slogan bi kar tanî. Ket serê min û êdî min jî ev ji xwe re kir peywir.

-Ê de a bi xêr hevalê Bozo. Lê digotin nasnameya kerên mêrdînê jî hebû, şaredarîyê ji wan re çêkiribû?

Weyla te bi şaredarîyê ve rîto. Ez dibêm çi tembûra min dibê çi. De here ji xwe re biçêre ker kurê kerê!

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

KERÊN MÊRDÎNÊ-6

jiyaneke biçûk