Roz? De rabe, dereng çêbû. Tu nagihêje otobusa xwe. Roooooz de hadê. -Min maçke, lêvê min, gepê min, guhê min, laşê min. Min wisa ji xew rake. Ma ez naxwazim cana min lê wextê me nema û tu dizanî ji ber ev tiştên xweş em dereng raketin. Ev tiştên dinya li ser ava bû ye, ev tiştên sedema xweşî û ne xweşiyên li ser ruyê dinyê giştî. -Na, na çima wisa dibêjî kêfxweşîye, kelecan e, xwêdaneke şêrîn e ez bawerim tişta ku li ser ruyê dinyê ya herî xweş ev e. Min maçke dee. Biner va min qazaxê te û pantolonê te jî amade kir, de cana min rabe. -Temam memê min, temam mecnûnê min feratê min, tahirê min. Em gihaştin ser otobusê. Min ew maç jî kir, kêfa wê li cih bû. Min hembêz kir, hembêzek dirêj lê kin. Min nedixwest biçe, ev çar rojên ku ew li cem min bû gelkî zû derbasbibû. Hinekî ji min dûr bisekiniya belkî çûna wê ew qas tade li min nekira, lê jin û mêr çawa ne em jî wisa bûn. Lê kêfa min cih bû lewra tevgerên wê, yên aşiqa bûn yên evîndariyeke mezin bûn. Wek kesî wê tune
Yorumlar
Yorum Gönder