Kayıtlar

Mart, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

KERÊN MÊRDÎNÊ-6

Resim
Îjar bise min ji te re behsa çîroka navê xwe nekir. Navê min ji ''BOZÊ REWAN'' tê, diya min li min kiriye. Bozê Rewan navê hespê Memê Alan e, Memê Alan çîrokek e KURDan e. Bozê Rewan hespekî di deryayê de dijî ye, rojekê ketibûye tora masîvanan lê kesî ne dikarîbûye wî derxin, Mem û hezar û pêncsed serdarên wî bi zorê ew ji deryayê derxistine. Hespekî gelkî bi hêz bûye. Riya şeş mehan dikarîbûya di şeş rojan de derbasbikira. Hespekî ew qas bi lez û xurt bûye. Mîna Pegasûs. - Yaw Bozo, Bozê Rewan û Pegasûs megasûs nizanim lê ma ne te got însanan ev nav li min kiriye û ji xwe navekî beradayî ye? Û te ew qas heqaret li hespan kir, te got asîmîle bûnin û filan û bêvan? Rast e; Ker dikin, hesp dixwin... Yaw ez ketime psîkolojîya şer, Şoreş. Zêde bala xwe nede peyvên min, ez bi kelecan im. - Em kengî bi rê dikevin berî didin MÊRDÎNÊ? Sibê... Îroj baş biçêre, enerjî lazim e ji me re. Divê sibê em qet nesekinin heta Mêrdînê. - Pekî me tu plan mlan çênekir, emê çawa