KERÊN MÊRDÎNÊ-6


Îjar bise min ji te re behsa çîroka navê xwe nekir. Navê min ji ''BOZÊ REWAN'' tê, diya min li min kiriye. Bozê Rewan navê hespê Memê Alan e, Memê Alan çîrokek e KURDan e. Bozê Rewan hespekî di deryayê de dijî ye, rojekê ketibûye tora masîvanan lê kesî ne dikarîbûye wî derxin, Mem û hezar û pêncsed serdarên wî bi zorê ew ji deryayê derxistine. Hespekî gelkî bi hêz bûye. Riya şeş mehan dikarîbûya di şeş rojan de derbasbikira. Hespekî ew qas bi lez û xurt bûye. Mîna Pegasûs.

- Yaw Bozo, Bozê Rewan û Pegasûs megasûs nizanim lê ma ne te got însanan ev nav li min kiriye û ji xwe navekî beradayî ye? Û te ew qas heqaret li hespan kir, te got asîmîle bûnin û filan û bêvan?

Rast e; Ker dikin, hesp dixwin... Yaw ez ketime psîkolojîya şer, Şoreş. Zêde bala xwe nede peyvên min, ez bi kelecan im.

- Em kengî bi rê dikevin berî didin MÊRDÎNÊ?

Sibê... Îroj baş biçêre, enerjî lazim e ji me re. Divê sibê em qet nesekinin heta Mêrdînê.

- Pekî me tu plan mlan çênekir, emê çawa bikin?

Plan diyar e, ew gotinên min ji te re kir, çîroka Kerîûs falan emê ji kerên Mêrdînê hemûyan re bêjin lewra beriya her tiştî hişmendî lazim e. Û emê wan provake bikin li hember însanan.

- Pekî qebûl nekin? Bitirsin? Yan jî ji rewşa xwe razî bin?

Ji razîbûna rewşê, nayê wateya mafdarbûnê. Koleyên Afrîqayî jî gelek jê ji koletiya xwe razî bûn, heta wextê şoreşa wan dest pê kir yên herî ku zêde li hember derketin jî ew bi xwe bûn. Lê îroj ew hişmendî histendine.

- Çiqas tişt zanî Bozo, bi rastî jî hesûdiya te dikim

Hesûdiya min neke Şoreş. Hesûdiya şoreşa Kurdan bike, ya jinan, ya Afrîqayîyan, ya kedkar û hejaran û ya hemû bindestan...

- Ez Mêrdînê miraq dikim...

Tiştên ku hêz di destê însên de be zêde miraq neke, însan dijmin e! Ma tu nizanî bi çi çavî li me dinerin.

- Yanî te hinekî behs kir.

Tenê li van mînakan binê re,

Bar nayê ber kerê, ker tê ber bar
Çira ji koran re, def ji keran re bêfêde ye
Heft sala çû seferê dîsa hat kerê berê
Barê giran tim li ser milê keran
Bar yê keran e bez ya hespan e
Li şûna hespê ker nayê girêdan
Ji keran re kar pêwist e
Ji kerê re ha barek pirtûk ha parek êzing
Qantir çiqas biha be jî ji dola keran e

- Weeeww hela bise bise, ev çi ne??

Ev gotinên pêşiyan e, gotinên ku însana li ser me gotine!

- Ma me çi bi wan kiriye vana ew qas bûne dijminê me.

Me çi bi wan kiriye dizanî? Tenê xizmeta wan me kiriye, tenê kûçikatiya wan me kiriye. Naaa ev nebû bibore kûçik jî ji me ne. Lê kalik û pîrikên me bêhiş bûne Şoreş. Gerek ew qasî wec nedabûna van însanan. Her yekî zîtokek li insanekî xistiba îroj rewşa me wê cuda ba.

- Ez gelekî hêrsbûm Bozo! Şer dixwazim! Xwîn dixwazim!

Ewê şerê me ji şerê Armagedonê jî mezintir be! Emê rewşa cîhanê biguherînin, êdî ji rêvebiriyê bigire, spor, edebîyat, teknolojî, huner... ewê hemû di destê me de bin. Biryara her tiştî emê bidin.

- Armagedon?? Neyse... Bi rastî tiştên wisa min ditirsînin. Yanî çi ji me re, rêvebirtî û spor mpor. Bi xwe ne dikarim bi tiştên wisa re biştexilim.

Ez wê jî fikirîme Şoreşo. Serokwezîr ezê bim, serok ezê bim, biryara hemû tiştî ezê bidim. Ez carna dibêjim gelo ez sîstema monarşî yê bikar bînim?

- Monarşî çiye?

Yaw kral ezê bim yanî, her tişt di têkela min de be wê.

- Nizanim. Tu zane yî lê tuyê bikarî ew qas tişt bi hev re îdare bikî?

Bikim çima nekim. Me bi çûk nebîne kerooo!!

  - A bi xêr...

Ez dê biçim şikeftekê li xwe guhdarî bikim, malûm sibê rojek e mezin e.

- Çima şikeft?

Biryarên mezin di şikeftan de tê dayîn!

- Hmmmmm. Belkî.

Xatirê te şoreş(ê ihmeq)...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ben kimim?

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

iki odalı mustakil ev