Kayıtlar

Ağustos, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

KERÊN MÊRDÎNÊ-3

Resim
               Aqil helbet mîna ku Bozo dibêje girîng e lê aqilê ku biryarên şer dide? Aqilê ku biryara tecawiz û hovîtîyê dide? Aqilê ku zilma hemnijad û hemû zindîyên cîhanê dike? Aqilê ku sîstem û denga cîhanê tewşo mewşo kiriye û cîhan kiriye dojeh? - Îjar te got aqil? Erê. Meseleya wan aqil e. Fikirîn e. Xwedî biryar bûn e. -Bi ya min însan jî ne ew qas bi aqil in. Tu nabînî ne li me tenê nakin, li hevdû jî nakin. Hah rahmet li wî bavî, rast e ew jî ne ew qas bi aqil in. Ji xwe re şeytanek afirandine û hemû xeta û nebaşiyên xwe dixin hustê wî lê pirsgirêk di wan de ye. Ev ji me re awantaj e û pêwîste ku em vê bi erênî bikar bînin. - Laşê wan jî ji wan re awantaj e. Bi sîstema laşên xwe dikarin gelek tiştan bikin û bi hêsanî bitevgirin. Madem tu ew qas bi aqil bû te çima pêşî xwe ew qas bêhiştî datanî loo. - Çi zanim lo ma aqil kêrî çî me tê. Ji îro pê ve wê kêrî me were Şoreşo, tu bise bê em çi tînin serê van maxlûqatana. Emê eyn di devê bavê