hevdîtina mewlana û şems ya yekem
Şems: Hertim
dinya û em nuhdibin. Ji
beqa û nuhbûyîna xwe bê xeber. Ew wext li te hertim mirin û vegerîn heye. Mistefa
ferman kir dinya saetek e. Min ceriband mirina min ji jiyanê ye lewra ji vê
jiyanê riyek, mayînde ye.
Mevlana: Kîyî tu?
Şems: Kîyî tu?
Mevlana: Ji badeyên
asîmana ez dilopek im.
Şems: Ev dinya
zindan e û em girtî ne. Biqetînî vê zindantîyê û xwe xilasbike.
Mevlana: Kîyî tu?
Şems: Însan li
paş ziman veşartî ye. Ev ziman ji ketina derîyê can re mîna perdeyê ye.
Mevlana: Kîyî tu?
Şems: Oqa hatiye
avêtin binêre ku kevana wê xwiya nabe. Can xwiya dibe lê canê cananan veşartî
ye.
Mevlana: Kîyî tu?
Şems: Qlavûzek im
di vê riya bê qisûr de, ezê bibim rêberê te, rêhevalê te.
Mevlana: Kîyî tu,
ey heval hestê min fahm bikî
Şems: Di eşqa
silêman de mîna çivîka me. Him di eşqa perîyan de me him jî kesên ku bang cina
dike me. Bang wan dikim, wan dixim camê û sêhra te bi agir ve dilerizînim. Hem dibêjim
ziman û bê deng im hem jî rapêşîya bêdenga me. Hem xwîn im hem jî şîr im hem
zarok im hem jî pîr im.
Mevlana: Kî me ez,
kî me ez, çi me ez?
Şems: Heta ku wek
cebraîl tu ne dil paqij be tu gencîne bî jî tu di vê dinyê de hilnayê. Xwe amade
bikî. Însan wek keştîyekê û babirkên wê ne. Kengî yê ku wî bayî wezand ewê li
babirkan ba biwezîne.
Mevlana: Ji xendî
daxwazîya te qet ez nafikirim. Gelek spas ji xweda re ku min wecê te dît. Ji
nişka ve riyek e tê te min dît. Çavê min yê ku digriya ji girî hew didît ji
sêhra te ya nergîzan ronahî dît. Ew qas min got li ku ye gihiştin li ku ye
xelasî. Ev li ku ye li ku ye min bir gundê te. Te lêgerînek xiste dilê min. Bi gerîn
gerîn rûbara te de revanim. Telaşa axê dikarî çawa ba ,ger neba cezba telaşa
te.
Yorumlar
Yorum Gönder