du xewn


Di hundirê xewnekê de, xewnek!
Lehengên her du xewnan jî jin,
herdu dirêj,
herdu bi goşt,
herdu hêja û bi aqil
Yek mina berfê,
yek mina ewrên baranê, yên bi tavên reş
Yek bi xwesteka min
Yek bi xwesteka wê
Yek bi hîsên ji qelb
Yek ji aqil
Yek, yekemin
Yek, duyemin
Herdu jî bi kelecan destpê kir
Yek bi awantaj
Yek bi dezawantaj
Lewra hemû tiştên yekemin, cihê wan cuda ne
Kêfxweşî, dilgeşî û dildarî
Xewna duduyan jî bê kêmasî bû, lê ya duyemîn bû
Her du xewnên min jî xweş bûn, mîna xewê,
Ji dil û pak
Lê ez anha şîyarim
Bi xwesteka xewnên xwe,
Lê ya yekemîn bila hebe, bila nan û av tunnebe, silav ji ya duyemîn re
Bi sebir

Dijîm, dijîm û dijîm

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ben kimim?

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

iki odalı mustakil ev