Kayıtlar

KERÊN MÊRDÎNÊ-6

Resim
Îjar bise min ji te re behsa çîroka navê xwe nekir. Navê min ji ''BOZÊ REWAN'' tê, diya min li min kiriye. Bozê Rewan navê hespê Memê Alan e, Memê Alan çîrokek e KURDan e. Bozê Rewan hespekî di deryayê de dijî ye, rojekê ketibûye tora masîvanan lê kesî ne dikarîbûye wî derxin, Mem û hezar û pêncsed serdarên wî bi zorê ew ji deryayê derxistine. Hespekî gelkî bi hêz bûye. Riya şeş mehan dikarîbûya di şeş rojan de derbasbikira. Hespekî ew qas bi lez û xurt bûye. Mîna Pegasûs. - Yaw Bozo, Bozê Rewan û Pegasûs megasûs nizanim lê ma ne te got însanan ev nav li min kiriye û ji xwe navekî beradayî ye? Û te ew qas heqaret li hespan kir, te got asîmîle bûnin û filan û bêvan? Rast e; Ker dikin, hesp dixwin... Yaw ez ketime psîkolojîya şer, Şoreş. Zêde bala xwe nede peyvên min, ez bi kelecan im. - Em kengî bi rê dikevin berî didin MÊRDÎNÊ? Sibê... Îroj baş biçêre, enerjî lazim e ji me re. Divê sibê em qet nesekinin heta Mêrdînê. - Pekî me tu plan mlan çênekir, emê çawa

KERÊN MÊRDÎNÊ-5 (nalet li wan însana)

Resim
- Bozo, kerek ji hêla bakurê rojhilat tê. Belê, min jî dît. - Tuyê pê re biaxivî, ji bo şoreşa me? Merahaba hevaloooooo * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana - Dibê çi ev ker? Nizam Şoreş, wecê wî ne xweş e, kelogirî bûye û çavên wî tije hêsirin. hevalo çi bû? * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana  Li kê?? Çi bû? Hinan tiştek bi te kir? * Kuştin! Hemû! Ne got in zindî ne! Ne got in însanin! Ne got in ker'in! - Kengî? Li ku derê? Kê kuşt? * 7 sal berê! 7 sal berê! Bu qêrîn! Bu hewaaar! Bi berfê re barandin! Berf sor bû ji xwînê! Yên sax ji bo neqefilin xwe xistin bin laşê miriyan! Zarok bûn hîn! Birçî bûn! Birçîîîîî! Perçe perçe kirin! Tev li kerên wan! Hemû! * Nalet li wan însana * Nanet li wan însana * Nanet li wan însana Ka bêhna xwe veke heval. * Nalet li wan însana * Nalet li wan însana * Nal

KERÊN MÊRDÎNÊ- 4

Resim
Şoreşşşşş? Şoreeşşşşş! - Haaaahh fermoo bra? De rabe lo, mîratê çawa xewa te heye - Em doh heta dereng axivîn Dibe. ma îjar tuyê heta êvarî rakevî - Ma tişt ji xewê xweştir heye?? Ha û ji xwarinê? Belê heye helbet. Azadîî. Azadîîîîî. Azadîîîîîîîîîîîîîîîî - Çi bû Bozo çima diqêrî ma guhên min ker in!! Naaa ne jiber wê lê ev qêrîn min rehet kir oyhhhh çiqas sivik bûm. Ma jê pê ve vêga çi ji destê me tê? Em kêrî çi tên? Lê xwedê qayil bibe wê ev rewşa me bi dawî bibe! - Çawa birayê bozo. Em helbet kêrî gelek tiştan tên, yanî ne ez lê miletê me baş xebitîn. Ma heta vê serdemê însan çawa hatin? Ne bi saya me? Hemû karên wan me dikir û êdî axxxxx axxxxx!! Çi bû? Êdî çi? - Hevalek e min hebû. Navê wê Şînê bû. Vayyyyyy. Êêêêêê? - Dawiya çîroka min ne vayyyy e lê, wayyyy e. Ka bidomîn e? - Malbata ku dayika wê xwedî dikir gotine em nedikarin te jî xwedî bikin û wê berdane. Wek e min. Min jî wisa berdan û bêxwedî hiştin. Piştî demekê em li hev rast hatin. Di v

KERÊN MÊRDÎNÊ-3

Resim
               Aqil helbet mîna ku Bozo dibêje girîng e lê aqilê ku biryarên şer dide? Aqilê ku biryara tecawiz û hovîtîyê dide? Aqilê ku zilma hemnijad û hemû zindîyên cîhanê dike? Aqilê ku sîstem û denga cîhanê tewşo mewşo kiriye û cîhan kiriye dojeh? - Îjar te got aqil? Erê. Meseleya wan aqil e. Fikirîn e. Xwedî biryar bûn e. -Bi ya min însan jî ne ew qas bi aqil in. Tu nabînî ne li me tenê nakin, li hevdû jî nakin. Hah rahmet li wî bavî, rast e ew jî ne ew qas bi aqil in. Ji xwe re şeytanek afirandine û hemû xeta û nebaşiyên xwe dixin hustê wî lê pirsgirêk di wan de ye. Ev ji me re awantaj e û pêwîste ku em vê bi erênî bikar bînin. - Laşê wan jî ji wan re awantaj e. Bi sîstema laşên xwe dikarin gelek tiştan bikin û bi hêsanî bitevgirin. Madem tu ew qas bi aqil bû te çima pêşî xwe ew qas bêhiştî datanî loo. - Çi zanim lo ma aqil kêrî çî me tê. Ji îro pê ve wê kêrî me were Şoreşo, tu bise bê em çi tînin serê van maxlûqatana. Emê eyn di devê bavê

KERÊN MÊRDÎNÊ-2

Resim
    Bozo ne mîna kerên din bû, ji wan qenctir, çelengtir, xurttir û mezintir bû û ya herî grîng bi aqiltir bû. Sedemên vê helbet mijara lêkolînek e berfireh e lê bêgûman tiştên hatibû serê wî bi aqilbûna wî parastibû û bi pêş ve xistibû. Êdî hew îdare kiribû û ji destê însanan revîya bû. Karên giran û ew fikra bindestîyê ew aciz kiribû. Tabî xeyala azadiya wî û hevalên wî hemûyan jî ew zêde zêde cezb kiribû.    Xwe li tat û çiyan û newalan xist. Tî ma birçî ma, lê fikra wî ew têr dikir.    Berê xwe da terefê Amedê. Nêzî Amedê bi kerekî rêzane rast hat. Ev ker ne di asta ku wî di fikra wî de pêş bixe bû lê dîsa jî heval, heval bû. Sihbeta wan berdewam e...  Navê te çi bû? - Yê min? Ji me pêvetir kes heye li vir? -Nizanim, ji min re hew dibêjin ker. Biner yê te navê te jî heye. Çi navekî xweş, ''BOZO''. Nav rûdank e, ne tiştekî ji mere kêm dike ne jî zêde. -Ka tu navekî li min bike, dixwazim navê min jî hebe Ji xwe navek şert e j

KERÊN MÊRDÎNÊ

Resim
Merhaba bra. -Aaaaaiiiiiiiii. Dev ji aaaiiiyê berde lo, ez ne însanim tu dikarî bipeyîvî. -Haaa temam bra merhaba. Tu çawayî, çi dikî? -Başim çi bikim wek ku tu dibînî diçêrim Hew biçêre ji xwe. -Çima ma çi bikim jê pê ve Na na tiştekî neke, biçêre ji xwe re. -Tu çawayî tu ji ku tê û diherî ku? Ez acizim, ez ji destê însanan revîyam. -Çima? Ahaaa tu çi mezinî? Mîna hespan! Hesp tu û bavê xwe yî! -Hêrs nebe lo, tu ji ku revîyayî? Ji Mêrdînê. -Ahaaa erê min we bihîstibû, mezinbûyîna laşên we jî. Ma mezintîya laş kêrî her tiştî tê. -Min gelek tişt bihîst li ser we. Çi? -Digotin ew asîmîlebûnin, ji ber ku qasî hespan mezinin xwe ji malbata hespan dibînin û tadê li kerên biçûk dikin. İhi de wer û safî bike. -Min bawer nekiribû ku hûn ew qas mezinin. Jê pê ve digotin çi? -Digotin Şaredarîya Mêrdînê wan xistine bin bazikên xwe, ji wan re axurekî mezin çêkirine û wextê sar be jî ji wan re sobeyên

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

Resim
(ji vîdeoya lînka wê li jêr ve weger e. teqes temaşe bikin) Şems : Hertim dinya û em nuhdibin. Ji beqa û nuhbûyîna xwe bê xeber. Ew wext li te hertim mirin û vegerîn heye. Mistefa ferman kir dinya saetek e. Min ceriband mirina min ji jiyanê ye lewra ji vê jiyanê riyek, mayînde ye. Mevlana : Kîyî tu? Şems : Kîyî tu? Mevlana : Ji badeyên asîmana ez dilopek im. Şems : Ev dinya zindan e û em girtî ne. Biqetînî vê zindantîyê û xwe xilasbike. Mevlana : Kîyî tu? Şems : Însan li paş ziman veşartî ye. Ev ziman ji ketina derîyê can re mîna perdeyê ye. Mevlana : Kîyî tu? Şems : Oqa hatiye avêtin binêre ku kevana wê xwiya nabe. Can xwiya dibe lê canê cananan veşartî ye. Mevlana : Kîyî tu? Şems : Qlavûzek im di vê riya bê qisûr de, ezê bibim rêberê te, rêhevalê te. Mevlana : Kîyî tu, ey heval hestê min fahm bikî Şems : Di eşqa silêman de mîna çivîka me. Him di eşqa perîyan de me him jî kesên ku bang cina dike me. Bang wan dikim, wan dixim cam