jan dikêşe can



Jan dikêşe can!
Çav lê sorbûye
Û
Wec lê zerbûye.
Xweliyê li serê xwe dike!
Dinale
Û
Diqêre.
Ruh tê de nemaye!
Girî ketiyê qirikê!
Dilerize
Û
Digirî.
Lingên wî pûç bûne!
Dev ji hevdû çûye
Û
Matmayî maye.
Çare tunneye!
Yar çû.

Êdî Jiyan bi dojehê re hemwate!

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ben kimim?

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

iki odalı mustakil ev