evîndarekî biçûk




Evîndarekî biçûk im ez
Hestê min biçûk e
Bejna min, temenê min, dest û lingê min
Jan û jiyana min
Kêf û xweşiya min
Bext û baweriya min
Ken û girîyê min
Dê û bavê min
Xwişk û bira
Çem û çiya
Dar û derya

Dinya jî biçûk e

Xweda?
Nizanim
Dibên ew mezin e
Gelo em sûretê wî ne

An ew bi xwe ne?
Nizanim
Lê evîndarekî biçûk im ez.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ben kimim?

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

iki odalı mustakil ev