KERÊN MÊRDÎNÊ- 4
Şoreşşşşş?
Şoreeşşşşş!
- Haaaahh fermoo bra?
De rabe lo, mîratê çawa xewa te heye
- Em doh heta dereng axivîn
Dibe. ma îjar tuyê heta êvarî rakevî
- Ma tişt ji xewê xweştir heye?? Ha û ji xwarinê?
Belê heye helbet. Azadîî. Azadîîîîî. Azadîîîîîîîîîîîîîîîî
- Çi bû Bozo çima diqêrî ma guhên min ker in!!
Naaa ne jiber wê lê ev qêrîn min rehet kir oyhhhh çiqas sivik bûm. Ma jê pê ve vêga çi ji destê me tê? Em kêrî çi tên? Lê xwedê qayil bibe wê ev rewşa me bi dawî bibe!
- Çawa birayê bozo. Em helbet kêrî gelek tiştan tên, yanî ne ez lê miletê me baş xebitîn. Ma heta vê
serdemê însan çawa hatin? Ne bi saya me? Hemû karên wan me dikir û êdî axxxxx axxxxx!!
Çi bû? Êdî çi?
- Hevalek e min hebû. Navê wê Şînê bû.
Vayyyyyy. Êêêêêê?
- Dawiya çîroka min ne vayyyy e lê, wayyyy e.
Ka bidomîn e?
- Malbata ku dayika wê xwedî dikir gotine em nedikarin te jî xwedî bikin û wê berdane. Wek e min. Min jî wisa berdan û bêxwedî hiştin. Piştî demekê em li hev rast hatin. Di valahiyekê debû û her tim digriya. Rojekê min bi wêrektî tevger kir û ez çûm ba wê. Min hal û wextê wê pirsî û piştî van, sedema girîyên wê jî pirsî. Ji min re behsa serboriyên xwe û çîroka xwe kir. Ji xwe hîn wextê behsa van tiştan dikir ez bûm evîndarê wê. Min berîya wê tu kerên wisa paqij wisa xwerû û wisa ji dil nedîtibû. Û di ser vana de jî şibandina jiyana me ez tam mest kirim. Heta nexweşiya ku bi çûkanî me derbaskiribûne jî heman bû. Pêşî her tişt baş bû xweş bû, êdî deh gavan dûrî min biçûya ez ditirsiyam kû wê winda bikim. Jiyan cara yekem bi min ew qas bi wate hatibû. Min gelek alîkarî jî pê kir ev çol û newal deşt û çiya hemûû fêrî wê kir. Li hember ajalên çavbirçî û xeddar çawa tevbigere? Kîjan şênkahî tê xwarin? Kîjan bi jar e? Kîjan qul yên mara ne kîşan yên mişka ne? Kîjan dem, dema şênkahiyê ye? Kîjan ya ka û pûşan e? Kîjan demsalê serma tê? Kengî em gerek çi bikin.... Hemû min rê wê da...
Ez miraq dikim, çi xirakir ev bextewarî?
- Rojekê kerekî hat cem me
Hah ma jê pê ve wê çi bibe! Êêêê?
- Me jî ew hewand. Kerekî jîr bû, çalak bû. nêzî du mehan li cem me ma. Çiqas min hesûdiya Şîna xwe dikir jî pirsgirêkek mezin tunebû. Lê hertim behsa meselakê dikir. Digot ''însanan dest bi bazariya şîrê keran kirine. Dibêjin ji kanserê re, bronşîtê re, astimê re û ji gelek nexweşiyan re derman e. Heta kerên mê kom dikin û çiftlika ji wan re vedikin. Wan xwedî dikin û di şert û mercên gelekî baş de dijîn''. Rojekê min hew îdare kir û min got armanca te çiye tu çima hertim behsa vê mijarê dikî. Li xwe mikur hat û got. Got ez kerê xwediyê çewlikek e wisa me û ez dixwazim Şînê jî bibim wir. Çerg ku ev gotin ji devê wî ne rijiya min xwe avête ser wî û em ketin pevçûnek e mezin. Lê çi derewan bikim ew ji min gelkî xurttir bû, tade li min kir. Têr li min xist û ji ber hawar û qêrîna Şînê dev ji min berda û çû. Ji êşa lêxistina wî bêtir ez li ber xîreta xwe diketim ya lêxistina ku min li ber çavên Şînê xwar. Şînê şev û roj li ber serê min bû hetta ku ez baş bûm. Ne ji wê ba ez nedikarîbûm rabim ser lingan. Lê xwezî ez ranebûma ser lingan û Şînê neçû ya...
Çûûûû! Çûû kuuuu?
Rojekê şivaqa sibê min çavê xwe vekir min dît ku du ker berê xwe dane bajêr û diçin. Çavên min li Şînê geriya min dora xwe nerî lê şînê tunebû. Heta ji xewê çavên min baş vebûn û min li wan nerî bavo çi bibînim. Yên ku diçin Şînê û ew kera ye.
Te çi kir?
- Ma çi bikim Bozo. Kera çend roj berê ji bo min digiriya dev ji min berda û bi kerekî din re reviya. Ma çi bikim. Hata mehekê min nezanî bû çi bikim. Min ew şok li ser xwe ne avêt. Hêdî hêdî ser hişê xwe têm. Û axir tu hat û min te naskir. Tu jî naxapînî ne wisa??
Te eyb kir haaa. Lê tenê ji te re tiştekî bêjim. E
m ne azad in û bê azadî evîn nabe!
Yorumlar
Yorum Gönder