hezkirina taqîyettîn



T- Sêvê!
T- Ez ji te hez dikim.
S- Êêêê?
T- Tu çima min fahm nakî?
S- Te fahm dikim, tu ji min hez dikî.
S- Le tu çi ji min dixwazî?
T- Ma yek ji yekê an yek ji yekî hez bike çi ji hevdû dixwazin.
S- Çi dixwazin?
T- Ew ya ku jê hez dike dixwazin
S- Ew ya ku jê tê hezkirin hez neke dîsa jî dixwazin?
T- Erê
S- Çima?
T- Çawa çima, ma mere naxwaze kesa/kesê ku mere jê hez dike li cem mere be
S- Cem hev merê çi bike?
T- Gelek tişt.
S- Tu dixwazî bi min re rakevî?
T- Na însan li ser hezkiriya xwe tiştên wisa nafikire!
S- Çima?
T- Nizanim lê nafikire
S- Hey bêhiş bingeha hemû tiştî ew tişt e û tuyê ji yekê/yekî hez bike lê tu tiştê wisa nafikirî?
S- De bes derewan bike lo.
S- Ya ku ewilîn tu têxe serê xweyî hişk ew e ku tu bizanî ew tişt ne tiştekî qirêj e û ez bi wan tiştan kêm nabim!
T- Na ne ji ber wê lê çi zanim em wisa difikirin ku em behsa tiştên wisa bikin hûn ê(hezkiriyên me) Ji me sar bibin.
S- Ma ihmeqo ew bi xwe germahî ye, hermahîyek e şêrîn e çima ji ber wê em sar bibin?
T- Rast e welleh, ji xwe ez dixwazim bi te re wan tiştan jî bikim, carna difikirim û tu heşê min ji serê min dibî
S- Na ev jî nebû, ne ew qas reste rast jî, ma mere wek kuçikê girêz ji dev diherike li hev dinere û rast e rast ev tiştana dibêje!
S- Ma tu sapik î?
T- Na ez aşiqim.
S- Aşiqê çi?
T- Yê te
S- Yê çî min?
T- Porê te, çavên te, tevgerên te, axaftinen te.
S- Jê pê ve?
T- Kenê te, henekên te, amûrên te…
S- Dev ji vana berde, yê rasteqîn bêje ji min re
T- Lêvên te, bejna te, laşê te…
S- Rehet bî, ez naxeyidim, jê pê ve?
T- Memikên te, çîpên te, nav ………
S- Temam bes e!
S- Min fahm kir bê tu ji çi hez dikî?
T- Ji te
S- Na tu ji sêvan hez dikî!
T- Sêv? Erê ez ji te, ji Sêvê hezdikim.
S- Na ne Sêv a ez, sêvên min.
T- Ez peyvên te fahm nakim lê ji te hez dikim.
S- Camêrekî tirk heye, tu zanî çi dibêjî?
T- Çi?
S- Dibêje çir tu ji sêvê hezdikî sêv jî mecbûr e ji te hez bikî?
T- Ji min re gotiye?
T- Ew min ji ku nasdikî?
S- Na te nas nakî
T- Te nas dikî, behsa te dikî.
S- Na behsa min jî nakî, behsa sêva rasteqîn dikî
T- Ma tu ya derewîn e
S- Erê. Sêvên min jî yên derewîn e, yên rasteqîn li serê daran e
T- Tu lîstikên peyva dikî, ez te fahm nakim
S- Tu lîstikên çi dikî?
T- Yên tiştekî nakim
S- Îjar tu ji min hez dikî û tu min dixwazî ha?
T- Erê, zahf.
S- Temam
T- Temam????
T- Tuyê bi min re bî êdî?
S- Na
T- Le çi temem?
S- Temam yanî, min te fahm kir.
T- Ji bo tu bi min re bibî çi bikim?
S- Biçe hevt tenûr nan bixwî û were ew çax ezê binerim.
T- Çi eleqe?
S- Yaw tu bixwî
T- Temam lê tenûrê kîjan deverî?
T- Tu dizanî yên serhedê ji nanê me yê şikeva(sêlê) re dibêjin nanê tenûrî
S- Tu yê me bixwî
T- Yê me zahf mezinin
S- De haydî taqîyettîn haydî oxir be
Sêvêêêêêêê?
………………..


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ben kimim?

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

iki odalı mustakil ev