jiyaneke biçûk


Roz?
De rabe, dereng çêbû. Tu nagihêje otobusa xwe.
Roooooz de hadê.
-Min maçke, lêvê min, gepê min, guhê min, laşê min. Min wisa ji xew rake.
Ma ez naxwazim cana min lê wextê me nema û tu dizanî ji ber ev tiştên xweş em dereng raketin. Ev tiştên dinya li ser ava bû ye, ev tiştên sedema xweşî û ne xweşiyên li ser ruyê dinyê giştî.
-Na, na çima wisa dibêjî kêfxweşîye, kelecan e, xwêdaneke şêrîn e ez bawerim tişta ku li ser ruyê dinyê ya herî xweş ev e. Min maçke dee.
Biner va min qazaxê te û pantolonê te jî amade kir, de cana min rabe.
-Temam memê min, temam mecnûnê min feratê min, tahirê min.
Em gihaştin ser otobusê. Min ew maç jî kir, kêfa wê li cih bû. Min hembêz kir, hembêzek dirêj lê kin. Min nedixwest biçe, ev çar rojên ku ew li cem min bû gelkî zû derbasbibû. Hinekî ji min dûr bisekiniya belkî çûna wê ew qas tade li min nekira, lê jin û mêr çawa ne em jî wisa bûn. Lê kêfa min cih bû lewra tevgerên wê, yên aşiqa bûn yên evîndariyeke mezin bûn. Wek kesî wê tune bû, dê, bav, xwişk, bira, dost, heval. Hew ez bûm, tenê ez. ev xweşa min diçû, her tim kelecaneke bi ricif digirt nava min. Ewê biçûya raste ez xemgîn bûm lê xwedî kelecan û hêvî bûm. Min li otobusê siwar kir ew. Her ku diket otobusê madê wê hev diket ji ber wê derman bikar taní lê min dermanê wê li mal ji bîr kir. Wexta ku min ev jê re got tepkîyek pirole da min, zêde zêde pirole! Çima bû? Temam mafdar bû min ji bîr kir lê ew qas tiştekî mezin bû, xetereke mezin bû?
Otobus tevger kir û meşiya, ez li bende wecekî bi ken û destekî li hewa bûm lê min ew jî nedît. Li min ne nerî û çû.
Çend rojan ez ev tevgeran fikirîm, çima? Lê tiştên ku me bi hev re parvekir, tiştên ku me bi hev re kir, fikr û hestên ku me ji hev re got, baweriya kû me da hevdû piştî ew tevgerên xemgini dida min dîsa kenek dida wecê min, dibû sedem ji bo fikr û hestên xweş. Ji bo kelecanek nû.
Rojekê got ez hew dixwazim, hew dikarim, temam pêşî hestê min yên xweş hebûn û me tiştên xweş jî jiya lê bes êdî naxwazim. Nexwastin. Rast e ji bo her tiştî sedemeke mezin e lê gelo ew qas basît bû ma piştî ew qas tişt mere bi peyvekê bi dawî bike?
Jin. Jin tiştekî bixwaze, ez bawerim ferişteh hemû kom bibin nikarin wê ji wê xwesteka wê vegerînin. Min ev dizanîbû. Tu carî min tevgerên wan fahm nekirine, ha ji bo ez fahm bikim min hewl jî ne daye lê ma hewce nake ku mere hinekî lihevgirtî be?
Piştî çend mehan dîsa hat, dîsa li wecê min kenîya, dîsa kulê min bi tev rakir, dîsa kelecanek xist e nava min. Em rûniştin, em axivîn, me bi destê hevdû girt, derd û kulên xwe ji hevdû re got, kêf xweşbûn, xemgîn bûn. Heta gelek caran digiriya jî. Ma herkes li cem herkesî digirî. Bê guman ev dîsa hêviyeke da min. Dîsa ewrên biharê avisbûn. Dîsa min ji pisîktiyê terfîyî şêrtiyê kiribû. Dem xweş bû, jiyan xweş bû, dar bêhtir şîn dikir, şev bêhtir ronîbûn, xwarin bêhtir xweş bûn.
Rojekê got Evîndarekî biçûk im ez. Hestê min biçûk e. Bejna min, temenê min, dest û lingê min. Jan û jiyana min. Kêf û xweşiya min. Bext û baweriya min. Ken û girîyê min. dê û bavê min. Xwişk û bira, Çem û çiya, Dar û derya.
Dinya jî biçûk e ji xwe.
Mim got le Xweda? Got Nizanim lê Dibên ew mezin e. Min got Gelo em sûretê wî ne. An ew bi xwe? Got min maç ke, ka lévên te! Ezê ji te bixeyidim ha çima lêvên te ew qas dûrin.
Ez xwe nizanim lé ew xweda bû, ew ji xweda, ji afirîner perçeyek bû. Ma ne wisa ba ewê çawa ew qas xweşik ba?
Do min bihîst, yekî hatiye ew xwestiye, wê jî qebûl kiriye. Ewê bizewicî. Min vê carê ne got çima. Min digot qey ew xweda ye lê kêzikekê pêvetir tiştekî nabînim. Kêzik pir bûn, wê jî kêziktî tercih kir.
Ew roj ev roj e ji kêzikan hez nakim. Nakujim lê li xwe jî venahewînim. Mim çend kêzikên din jî naskiribûn lê çima ew qas kêzik xwe li min digirin?
Gelo ez jî kêzikim?

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ben kimim?

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

iki odalı mustakil ev