KERÊN MÊRDÎNÊ
Merhaba bra. -Aaaaaiiiiiiiii. Dev ji aaaiiiyê berde lo, ez ne însanim tu dikarî bipeyîvî. -Haaa temam bra merhaba. Tu çawayî, çi dikî? -Başim çi bikim wek ku tu dibînî diçêrim Hew biçêre ji xwe. -Çima ma çi bikim jê pê ve Na na tiştekî neke, biçêre ji xwe re. -Tu çawayî tu ji ku tê û diherî ku? Ez acizim, ez ji destê însanan revîyam. -Çima? Ahaaa tu çi mezinî? Mîna hespan! Hesp tu û bavê xwe yî! -Hêrs nebe lo, tu ji ku revîyayî? Ji Mêrdînê. -Ahaaa erê min we bihîstibû, mezinbûyîna laşên we jî. Ma mezintîya laş kêrî her tiştî tê. -Min gelek tişt bihîst li ser we. Çi? -Digotin ew asîmîlebûnin, ji ber ku qasî hespan mezinin xwe ji malbata hespan dibînin û tadê li kerên biçûk dikin. İhi de wer û safî bike. -Min bawer nekiribû ku hûn ew qas mezinin. Jê pê ve digotin çi? -Digotin Şaredarîya Mêrdînê wan xistine bin bazikên xwe, ji wan re axurekî mezin çêkirine û wextê sar be jî ji wan re sobeyên