hezkirina taqîyettîn
T- Sêvê! T- Ez ji te hez dikim. S- Êêêê? T- Tu çima min fahm nakî? S- Te fahm dikim, tu ji min hez dikî. S- Le tu çi ji min dixwazî? T- Ma yek ji yekê an yek ji yekî hez bike çi ji hevdû dixwazin. S- Çi dixwazin? T- Ew ya ku jê hez dike dixwazin S- Ew ya ku jê tê hezkirin hez neke dîsa jî dixwazin? T- Erê S- Çima? T- Çawa çima, ma mere naxwaze kesa/kesê ku mere jê hez dike li cem mere be S- Cem hev merê çi bike? T- Gelek tişt. S- Tu dixwazî bi min re rakevî? T- Na însan li ser hezkiriya xwe tiştên wisa nafikire! S- Çima? T- Nizanim lê nafikire S- Hey bêhiş bingeha hemû tiştî ew tişt e û tuyê ji yekê/yekî hez bike lê tu tiştê wisa nafikirî? S- De bes derewan bike lo. S- Ya ku ewilîn tu têxe serê xweyî hişk ew e ku tu bizanî ew tişt ne tiştekî qirêj e û ez bi wan tiştan kêm nabim! T- Na ne ji ber wê lê çi zanim em wisa difikirin ku em behsa tiştên wisa bikin hûn ê(hezkiriyên me) Ji me sar bibin. S- Ma ihmeqo ew bi xwe germahî ye, hermahî...