KERÊN MÊRDÎNÊ-2

    Bozo ne mîna kerên din bû, ji wan qenctir, çelengtir, xurttir û mezintir bû û ya herî grîng bi aqiltir bû. Sedemên vê helbet mijara lêkolînek e berfireh e lê bêgûman tiştên hatibû serê wî bi aqilbûna wî parastibû û bi pêş ve xistibû. Êdî hew îdare kiribû û ji destê însanan revîya bû. Karên giran û ew fikra bindestîyê ew aciz kiribû. Tabî xeyala azadiya wî û hevalên wî hemûyan jî ew zêde zêde cezb kiribû.
   Xwe li tat û çiyan û newalan xist. Tî ma birçî ma, lê fikra wî ew têr dikir.

   Berê xwe da terefê Amedê. Nêzî Amedê bi kerekî rêzane rast hat. Ev ker ne di asta ku wî di fikra wî de pêş bixe bû lê dîsa jî heval, heval bû.

Sihbeta wan berdewam e...

 Navê te çi bû?

- Yê min?

Ji me pêvetir kes heye li vir?

-Nizanim, ji min re hew dibêjin ker. Biner yê te navê te jî heye. Çi navekî xweş, ''BOZO''.

Nav rûdank e, ne tiştekî ji mere kêm dike ne jî zêde.

-Ka tu navekî li min bike, dixwazim navê min jî hebe

Ji xwe navek şert e ji te re, ya na ezê çawa bang li te kim.

-?

Kesekî ku şoreşê pêk bîne hewceye ku xwedî navek e bi hêz be.

- Şoreş? Ew çiye îjar?

Serî rakirin e, li hember bindestî, zordestî û zilmê. Lê ya me li hember însanan be wê

-Em nikarin

Bi van keran em hey nikarin lewra ew hişmendî bi wan re tune ji ber vê pêşî em gerek bi kerên xwe re şer bikin, Şerê wan ji yê dijmin wê zortir be lê bila. Encam xweşî, başî û qencî ye.

- Te tu nav ne got?

Belê, ew wext bila şoreş be. Çawa ye?

-Hmmmmm. Min ev nav di însanan de jî gelek caran dîtibû lê tişt nabe nav nav e, xweş e.

Rast e lewra em di nav kurmancan de dijîn û ew jî miletekî şoreşger in û bindest in. Lê ev mixabin wan rast nake. Ew jî zulmê li me dikin!

- Kurmanc ji yê din bêtir in, çima serî ranakin?

Naaa, ma ji te heye dinya û însan hew ji ......, ev der ku der e? 

-Amed

Hah erê min bihîstibû, waayyy ez gihaştime Amedêêêê. Neyse ma ji te heye dinya û însan hew ji Amedê û Mêrdîne îbaret in, ku di kurmanca de jî ew hişmendiya azadiyê û serxwebûnê tune. Nêviyê wan bi dijminê xwe re dimeşin.

-Nizanim

Dinya xahf mezin e, aqilê me ranagir e...


Biner birayo azadiya herî xirap ji bindestiyê çêtir e.

-Ez ji van meselena fahm nakim lê ez bi te re me.

Saxbî bra. Emê pêşî vegerin Mêrdînê û emê ji hevalê wir dest bi şoreşa xwe bikin.

- Êrişî me nekin însan?

Naaa em anha ji bo wan ne tehdît in, lê nêze

- Selehên wan hene. Min gelek caran bi çavê xwe dît, gelek zarok û mirovên kurmanc bi selehan dihatin kuştin.

Selehek e wan heye rast e lê ne wek ku tu dibê tanq û top û gulle. Selehek e ji vana mezintir û talûketir.

-Çi?

AQIL!

...


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ben kimim?

hevdîtina mewlana û şems ya yekem

iki odalı mustakil ev