KERÊN MÊRDÎNÊ-3
Aqil helbet mîna ku Bozo dibêje girîng e lê aqilê ku biryarên şer dide? Aqilê ku biryara tecawiz û hovîtîyê dide? Aqilê ku zilma hemnijad û hemû zindîyên cîhanê dike? Aqilê ku sîstem û denga cîhanê tewşo mewşo kiriye û cîhan kiriye dojeh?
- Îjar te got aqil?
Erê. Meseleya wan aqil e. Fikirîn e. Xwedî biryar bûn e.
-Bi ya min însan jî ne ew qas bi aqil in. Tu nabînî ne li me tenê nakin, li hevdû jî nakin.
Hah rahmet li wî bavî, rast e ew jî ne ew qas bi aqil in. Ji xwe re şeytanek afirandine û hemû xeta û nebaşiyên xwe dixin hustê wî lê pirsgirêk di wan de ye. Ev ji me re awantaj e û pêwîste ku em vê bi erênî bikar bînin.
- Laşê wan jî ji wan re awantaj e. Bi sîstema laşên xwe dikarin gelek tiştan bikin û bi hêsanî bitevgirin.
Madem tu ew qas bi aqil bû te çima pêşî xwe ew qas bêhiştî datanî loo.
- Çi zanim lo ma aqil kêrî çî me tê.
Ji îro pê ve wê kêrî me were Şoreşo, tu bise bê em çi tînin serê van maxlûqatana. Emê eyn di devê bavê wan de birrîn!
-Emê eyn di diya wan nin!!
Şşşşşşş rêz bigire keroooooo.
- Çima te jî xeber da.
Min ji bavê wan re da. Dê pîroz e. Dêyên hemû zîndîyan. Qet ji wan re xeberan nede!
-Hmmmm
Dê diafirîne, ji xweda perçeyek e, ji xweza perçeyek e. Wextê me dest bi şerê xwe û yê însanan kir li hember Dêyan bi dilovanî tevger bike bila tade li wan nêbe.
- Tu rast dibêjî bibexşîne ez ne fikirîm. Ez destên hemûyan maçdikim.
Şoreşşşşş?
- Haaaaa
Tu KERÎÛS nasdikî?
- Naa, ew kî ye?
Eferim ji te re, dikî şoreşê pêk bînî lê dîroka xwe nizanî!
- Tu ji ku dizanî?
Ez bi kalik û pîrikan re peyivîm. Min kê dît min tiştek ji wan pirsî. Tu dizanî em hîn ne ketine nivîsê, ji ber wê folklor, edebîyat û hemû zanînên me bi devkî ne, lê wek te hayê gelek keran jê tune.
- De ka ji min re jî bêje tiştê ku tu hîn bûyî?
Karên me pir in, şoreş nêz e, lê bê hişmendîya dîrok û çand û hunerê jî nabe Şoreş. Heta ku ez dikarim ezê ji te re behs bikim.
- Te got KERÎÛS?
Ew jî zanayekî me yî mezin e. Berîya mîladê li devera Yewnanîyan jiyaye. Armanca wî jî wek ya me bûye. Her şev çûye li ba kerekî û derdê xwe ji wan re gotiye, ew perwerde kirine. Li devera wî, tev li wî 50 ker hebûne, piştî du mehan 44 heb îqna kiriye. 5 heb jî li hember fikra wî derketine û roja berî şoreşê çûne hayê însanan ji şoreşê çêkirine. Ji wan 5 keran yek jî apê KERÎÛS bûye...
- Apê wîîîîî, çawa dibe!
Bi saya kerekî, bi saya apê ku wê şoreşê pêk bîne hemû tişt tevli hev bûne. Tirs ketiye nava hemû keran. Çavên KERÎÛS tije hêsir bûne ji hêrsbûnê. Hew dizanîbûye çi bike. Lê plan û rê û rêbaz hemû temam bûne. Hişê xwe daye serê xwe, rabûye ser her du lingên dawiyê û tam gotiye yan mirin yan azadî...
-Êêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê
Wan însanên hov bi kêran êrişî wan kirine. Hemû dane ber kêran. Bê wijdanî, bê dilovanî! Sikak bûne gola xwînê.
- Wey li min
Dibêjin hîn jî xwîna wan li wî erdî ye û jê nare qet. Wê şevê hemû ajalên cîhanê sê roj û sê şevan kirine qêrîn. Însan ji ber dengê wan û ji tirsa wan raneketine.
- Oyyy hawar çi hatiye serê wan.
Piştî wan sê rojan, însan kombûne û gotine êdî bawerî bi keran nayê û tev li apê KERÎÛS her 5 kerên din jî kuştine û avêtine ber kûçikan. Lê kuçikan jî xwarina goştên wan caîz ne dîtine, heram dîtine û ne xwarine
- Nizanim çi bêjim.
Hêsirên xwe jê bibe Şoreş o. Kesên ku şoreşê pêk bînin NAGIRÎN! Roja şoreşa me bi ser ket emê hemû ker û ajal bi hev re bigirîn!
...
Yorumlar
Yorum Gönder