KERÊN MÊRDÎNÊ-2
Bozo ne mîna kerên din bû, ji wan qenctir, çelengtir, xurttir û mezintir bû û ya herî grîng bi aqiltir bû. Sedemên vê helbet mijara lêkolînek e berfireh e lê bêgûman tiştên hatibû serê wî bi aqilbûna wî parastibû û bi pêş ve xistibû. Êdî hew îdare kiribû û ji destê însanan revîya bû. Karên giran û ew fikra bindestîyê ew aciz kiribû. Tabî xeyala azadiya wî û hevalên wî hemûyan jî ew zêde zêde cezb kiribû. Xwe li tat û çiyan û newalan xist. Tî ma birçî ma, lê fikra wî ew têr dikir. Berê xwe da terefê Amedê. Nêzî Amedê bi kerekî rêzane rast hat. Ev ker ne di asta ku wî di fikra wî de pêş bixe bû lê dîsa jî heval, heval bû. Sihbeta wan berdewam e... Navê te çi bû? - Yê min? Ji me pêvetir kes heye li vir? -Nizanim, ji min re hew dibêjin ker. Biner yê te navê te jî heye. Çi navekî xweş, ''BOZO''. Nav rûdank e, ne tiştekî ji mere kêm dike ne jî zêde. -Ka tu navekî li min bike, dixwazim navê min jî hebe Ji xwe navek şert e j